leber derd û ẍemî ’eşqit nema asayşim satê

Li pirtûka:
Dîwanî Sabîrî
Berhema:
Sabîrî (1881-1944)
 1 Xulek  438 Dîtin
leber derd û ẍemî ’eşqit nema asayşim satê
le yadî to zyatir nayete fîkirim xeyałatê
le zewq û lezzetî cewr û cefayî to cizak alilhErebî
be ẍeyrez can û dił qurbanî to nîme mukafatê
ne agadarî desniwêjim ne bang û qamet û nwêjim
demê mest û demê gêjim ke her leḧeze be ḧałatê
mewa’îdî ’eqîmit gerçî qet naye becê emma
hemîşe çaweřême key debê ’eydî mulaqatê
gelê derd û nehat û matem û cewr û cefam tûş hat
le řêgey ’eşqî çawî dulberim qet tûş nebûm hatê
çi bêbakî le ahî kuşteganî bê xeta řojê
dekey sed qetłî naḧeq bê şihudalḧalErebî û îsbatê
ke to hatît û řoḧim çû ke řoyştî diłit birdim
îtir bo çî bika sabîrNasnava edebî temenna û munacatê