eger ’aşiq diłî zamarî tîrî çawî dulber bê

Li pirtûka:
Dîwanî Sabîrî
Berhema:
Sabîrî (1881-1944)
 2 Xulek  535 Dîtin
eger ’aşiq diłî zamarî tîrî çawî dulber bê
ebê coşî dił û sîney hemîşe wek semawer bê
birîn û ’îlletî dûrî be nûsîn întîhay naye
mela’îk katîb û derya merekeb, çerx defter bê
be awî kewser û zemzem şerarey sîne nabê kem
be eḧwałim wira’alzihirErebîekey meydanî meḧşer bê
were to terkî lezzet ke, qebûłî feqir û zîllet ke
temaşay nûr û ’îzzet ke, cîhanit bo musexxer bê
seba bonî ẍubarî baẍî řûy û xakî pêy hêna
ebê çawim munewwer bê, demaẍî dił mu’etter bê
bizanî lezzetî terkî leza’îz, lezzetî dunya
qebûł nakey egerçî řûy zewî hengiwîn û şekker bê
kesê derwêş û qanî’ bê diłî piř fîkirî sanî’ bê
çi derbeste berew lêfey zemîn û çerxî exzer bê
be cehde terkî nefsanî bedes naye be asanî
be te’îdatî řebbanî meger sabîrNasnava edebî muzeffer bê
witim takey be çawî sûrewe her întîzarit bim
witî şîwen ke ta řojê le kuncî sîne can derbê
birader terkî nefsanî bedes naye be asanî
meger zîkirî dem û dił sabîrîNasnava edebî ełłahu’ekber bê