nexoşî çawî bîmarit heta key întîzarit bê

Li pirtûka:
Dîwanî Sabîrî
Berhema:
Sabîrî (1881-1944)
 1 Xulek  351 Dîtin
nexoşî çawî bîmarit heta key întîzarit bê?
serî teslîmî da’îm berdebazî řêguzarit bê?
le şukirî şew, ke to şahî, xuda pêtî ’eta fermû
debê fîkir û meşûrî bênewayanî hejarit bê
seba bînê eger bênê le baẍî cennetî ḧusnî
ser û can û diłim qurban û şabaş û nîsarit bê
demêke dest be can û çaw le camim saqîya fermû
ke bigre û berde can û cam û her xêre be karit bê
egerçî ḧusnî to musteẍnîye emma zerer nada
hezaranî wekû sabîr bulbulî lalezarit bê