cana bexuda baweř ekey agirî dûrî

Li pirtûka:
Dîwanî Sabîrî
Berhema:
Sabîrî (1881-1944)
 1 Xulek  429 Dîtin
cana bexuda baweř ekey agirî dûrî
berbû le zel û pûşî byabanî sebûrî
ḧeyfe be qisey nakes û eẍyar ’ezîzim
xot ’aciz ekey lem hemû xizmane ebûrî
nakes diřke řûy mederê ey gułî nask
ew hewre nizîkî mekewe çunke to xûrî
dûdî nefesî sufle ẍem û derd û bełaye
dûrbê le leşî nazkî to, ’eynî bilûrî
wêney nîye awêneyî ḧusinit le beşerda
ḧûrî sîfet û dulber û bê ’eyb û qisûrî
ta tûrî diłim muḧrîqe bem nûrî cebîne
wełła le diłimda nîye aram û sebûrî
sergeşte û şêwawe şewê şêweyî toy dî
sabîrNasnava edebî be yeqîn têgeyîwe komełî nûrî