takey diłî sewdazede bîmarî ẍemit bê

Li pirtûka:
Dîwanî Sabîrî
Berhema:
Sabîrî (1881-1944)
 1 Xulek  705 Dîtin
takey diłî sewdazede bîmarî ẍemit bê
meḧrûmî gułî baẍî cemałî îremit bê
fermû ke xeracat û xezêney dił û canim
qurbanî serî řê û nîsarî qedemit bê
nuqsan nîye bo sełtenet û şewketî şahî
derḧeq be geda merḧemet û ya keremit bê
naḧeq nîye şew ta be seḧer kafir û muslîm
dêwane û perwaneyî řuxsarî şemit bê
sabîrNasnava edebî beser derd û ẍemî dił nayete teḧrîr
derya merekeb, darî cîhan gişt qełemit bê!