ta le meylî têgeyştim yarî şîrîn lam û bê

Li pirtûka:
Dîwanî Sabîrî
Berhema:
Sabîrî (1881-1944)
 1 Xulek  416 Dîtin
ta le meylî têgeyştim yarî şîrîn lam û bê
řû le dinya werbigêřî dête qaf û sîn û hê
ta qisey yarî legeł eẍyar ekey bêzare lêt
têbge naka nîsarî řê û ḧê û mîm û tê
řeḧmetełła gerçî zor û bê şumar û wasî’e
cumle meḧrûmin le cennet kaf û elf û fê û řê
kafir û cûman lesed şêx û mela xoştir ewê
la’îqe bo ême ḧûr û bê û hê û şîn û tê
ey beheştî to le su’î kirdewey xot ẍafłî
xûyî bed etbate qapî dał û waw û zê û xê
dozexî piř’agir û dûpişk û marî zehirdar
bo gunahkarane sabîrNasnava edebî řojî ḧê û şê û řê!