mahřû derkewt û xurşîdî cîhan kewte kizî

Li pirtûka:
Dîwanî Sabîrî
Berhema:
Sabîrî (1881-1944)
 1 Xulek  386 Dîtin
mahřû derkewt û xurşîdî cîhan kewte kizî
şeker û hengiwîn le ḧesret lêwî dû lêwyan gezî
tîẍî ebroy řostem û behramî ’aciz kirduwe
tîrî ẍemzey çawî dî, se’dî binî weqas bezî
kê bû wa emşew cîhan yekser be mahî řûmetî
’asî û me’sûm hemû manendî ketan dařzî
zuşt û naşîrîne bo paşay ’alem cerdeyî
to ke sułtanî cîhanî ḧeyfe bo to şewdizî
şew ke sułtanî xeyałit hate ser îqlîmî dił
pałewanî leşkirî bêgane piştî dabezî
pyawî çakî xizmetî xełkî ekey bo aferîn
ta biłêy zor mukirîm û çalak û çust û gurbizî
ta cewanî û taqetit bû meylî derwêşît nebû
êste wa pîr û leřî bo zîkir û ta’et ’acîzî
wek pemo bergî hemû ’alem be xasîyet bike
qet’î řêge û damenî xełkî meke wek darî zî
sabîrîNasnava edebî takey le nezim û şa’îrî waz nayenî
řût le awayî nîye da’îm le çoł û kełbezî