kesê manendî perwane nesûtabê peř û bałî

Li pirtûka:
Dîwanî Sabîrî
Berhema:
Sabîrî (1881-1944)
 1 Xulek  433 Dîtin
kesê manendî perwane nesûtabê peř û bałî
le sozî cergî sûtaw û diłî min key ebê ḧałî
xuda tewfîq bida wextê mela’îk dête textî dił
ke to qelbit le şeř û weswesey şeytan bikey xałî
eger xalîs nebê nîyet betałe zîkir û cem’îyet
be řeng eyyûb xasîyet, be batîn xûyî deccałî
be řeng û řû birincêkî leser sînî bijêrawî
be tam û boy derûnit to zexîrey kon û bin çałî
temaşayêkî řîşt ke ḧeya û şermê le îşt ke
be řîş û ’umir bapîrî be îş û fîkir mindałî
îtir bese xewî ẍefłet serit xałî ke lew ’eqłet
hetakey her le dûy nefis û hewa ewbał û ’ewdałî
diłim ře’d û henasem berq û eşkim seyle, dinya piř
ke to tênageyey bê siř nîye, kwêr û keř û lałî
le řistî xêwetî to ’alemê şil bû te’emmul ke
le řeşmarî qyamet tabekey meẍrûrî řeşmałî?
ḧeya ke sabîrîNasnava edebî nefist binase xwaşunasêke
le penca têpeřî ’umirit le xot û xwa nebûy ḧałî!