ey dił eger beřastî îta’ey xuda ekey

Li pirtûka:
Dîwanî Sabîrî
Berhema:
Sabîrî (1881-1944)
 2 Xulek  660 Dîtin
ey dił eger beřastî îta’ey xuda ekey
mutabe’ey şerî’etî ḧezretî mustefa ekey
feřzî xwa û sunnetî ḧezretî mustefa bike
tesewwirî le dastanî adem û ḧewa ekey
eger agir ehawîye dił û ebîte hawîye
û ma adrak mahîhErebî be dest û pê sema ekey
şew be kilîlî zîkirewe ta be seḧer bipařewe
ger tełebî xeza’înî meraḧîmî xuda ekey
semawerî derûnî xot be narî ’eşq bihêne coş
şekker û çayî ḧazre sabîrîNasnava edebî meylî ça ekey
nîyet û ḧusnî kirdewe fîkirî nîhan û zîkirî siř
werne xuda be tepił û def naxełetê řîya dekey
yadî xuda eger bibî meylî gunah key ekey
dûrî le afat û beła, xełq û xuda řeza ekey
fîkirî xuda delîlî to zîkirî zuban kilîlî to
řû bike babî merḧemet ta hunerê peya ekey
jeng û ẍubarî qelb û řû, çiłkî lîbas û dest û pa
bişo! bişo ger hewesî meclîsî padşa dekey
eger şewê tefeřřucê bikey le sun’î kirdigar
’ezîzî min le gurgî xew mîsalî meř heřa ekey
xuda nezer le ḧusnî nîyet û diłî beşer eka
çake nîşanî xełk edey xerape jîr pa ekey
xeşyet û xewfî zulcelal ’eşq û ḧubî mustefa
ta neçeqê le sîne key muxalefey hewa ekey
têbge ’iz min qin’Erebî lade le zil min tim’Erebî
ḧasił ekey řezayî ḧeq, ḧeq le betał cuda ekey
’eşqit eger ḧeqîqete menałe ger şeqîqete
werne mecaz û bîd’ete sabîrîNasnava edebî hûy û ha ekey