ya tebîbî întîzarim îtîsalit key debê

Li pirtûka:
Dîwanî Sabîrî
Berhema:
Sabîrî (1881-1944)
 1 Xulek  1009 Dîtin
ya tebîbî întîzarim îtîsalit key debê?
zehrî dûrî kuştimî şehd û wîsalit key debê?
şekker û guł pêkewe teskînî derdî dił eda
řoḧekem maç û cinêwî lêwî ałit key debê?
lem şewî deycûre hîcir û ḧałî sergerdanîye
peřtewî xurşîdî ḧusnî bê mîsalit key debê?
şîwenî şamî fîraqit bote xorak û xewm
întîzarim cejnekey subḧî wîsalit key debê?
bo girûhî řût û qûtî talîbî muḧtacî řût
ḧasłatî ’uşrî xermanî cemałit key debê?
bo mezey mestanî çawit mîwehatî baẍî řût
newberey ’înab û sêw û puřteqałit key debê?
muddetêke teyrî dił ḧepis û esîre bê xeta
řestigarî dawî zulf û dane xałit key debê?
dił bedaẍ û întîzarim da’îmen destewdu’a
to le nêw cem’î řefîqan înfîsalit key debê?
bê beła bî we’dekanit sed yekî nayête cê
řoḧekem biřwa be peymanî betałit key debê?
sabîrîNasnava edebî barî cefa řakêşe bê deng û xemoş
ta cefakêş û řezabî qîl û qałit key debê?