ey musułmanan xwa bem bê şerîk û takîye
Li pirtûka:
Dîwanî Sabîrî
Berhema:
Sabîrî (1881-1944)
2 Xulek
607 Dîtin
ey musułmanan xwa bem bê şerîk û takîye
řoḧ û ’eqił û dînî da pêman nîhayyey çakîye
ta îta’ey pê bikeyn û talîbî dunya nebîn
kirdewey ême ẍirûrî û ẍafłî û bê bakîye
darî dunya mîwehat û sêberî zehrawîye
xwardin û lê xewtinî herdû le bê îdřakîye
fîkirî sun’î xalîq û şukiranî nî’metman nye
boye dunya ḧasłî bo ême her ẍemnakîye
xewî ẍefłet herdû çawî ’îbretî dapoşîye
têbge şew bo çî wa tarîk û řoj řûnakîye
xwardin û xew bê kemał û bê şi’ûrî kirdûyn
zeḧmete xwa çakî ka em ’îllete zigmakîye
yarî xoman kirde dujmin bawekujman kirde yar
naxełef xoman ke babî ême adem xakîye
bo gunahî gendumê adem le cennet derkira
ba wicûdî ew hemû ’îziz û wîqar û pakîye
to ke sertapa wicûdit ẍerqî zułim û bîd’ete
musteḧeqî cennetî bem pakîye bem çakîye?
’aqîbet tu’a û kirhaErebî giştiman nabûd eka
çunke dunya kirdewey her kuştin û sefakîye
to ke babit gendumêkî xward û xwa lêy xoş nebû
to kebabit xoş ewê sabîrNasnava edebî xasaretnakîye