hatewe diłberê be şew dizê be dû çirayewe

Li pirtûka:
Dîwanî Sabîrî
Berhema:
Sabîrî (1881-1944)
 1 Xulek  373 Dîtin
hatewe diłberê be şew dizê be dû çirayewe
şukirî xuda be hatnî qapî diłim kirayewe
be řûyî aftabewe be çawî nîmexabewe
be camî piř şerabewe hat û xewm ziřayewe
hat û be namî serkeşî be çabukî û diłkeşî
ẍaretî beste terkeşî řoḧî řewan geřayewe
le hatuçûn û metłebî, mepirse meyl û meşřebî
mesîḧe dîn û mezhebî, kîfayete biřayewe
mujde dira be sabîrîNasnava edebî, to ebîye musafîrî
eşk û ẍubarî kafrî, le çaw û dił siřayewe