çawekanî wa dyare dujminêkî xwênîye
Li pirtûka:
Dîwanî Sabîrî
Berhema:
Sabîrî (1881-1944)
1 Xulek
575 Dîtin
çawekanî wa dyare dujminêkî xwênîye
tîrî mujganî, be tîjî, xencerî qezwênîye
qatił û bê řeḧme naḧeq qesdî can û dił deka
naḧeqim megirin musułmanan ke řoḧim pê nîye
ḧacîbê sedcar bixiwênê latexef gwêy nademê
ta le çawî ayetî eyn alimfirErebîm xwênîye
ger depirsî şew leber çî ta beyanî naxewm
dił be ummêdî nesîme çaweřêy mizgênîye
dił le beḧrî ẍeyn û mîme, saqya nê mîm û yê?
mutrîba çeng û řubabê lêde dał û fê nîye?
her wekû mecnûn hemîşe çoł û seḧra pey ekem
dił be daẍ û piř le ḧesret seyr ekem leylê nîye
wa le dûrîy to perêşanim se’atî sed keřet
řû ekem bo asman çibkem xuda mergê nîye
sabîrîNasnava edebî bêçare zor muştaqe bo gułzarî řût
xo be çawî to le min çatir ezanî řê nîye!