herçende qisey şêx û mela ḧîkmet û pende

Li pirtûka:
Dîwanî Sabîrî
Berhema:
Sabîrî (1881-1944)
 1 Xulek  406 Dîtin
herçende qisey şêx û mela ḧîkmet û pende
yasaẍe le kin turk zuban û hemewende
herçende duř û gewhere guftarî meşayx
dêwane şi’ûrî nîye mîsqałî beçende
derdê ke nîşaney ecelî pêwe çi cêgey
terkîbî me’acîn û şerab û guł û qende?
herkes ke birîndare be şimşêrî eḧba’
darûyî etîba be ceřaḧatî guzende
karêkî be min kirduwe ew şoxe be ebro
neydîwe kes em zame le şimşêrî biřende
bazařî nebat û şekerî mîsrî şikawe
lew şwêne ke ẍunçey demî hênawe be xende
herçende ke ew xusrewe azarî diłî dam
giştî be diłî sabîrîNasnava edebî şîrîn û pesende