ey yûsfî gumgeşte serê derke le perde

Li pirtûka:
Dîwanî Sabîrî
Berhema:
Sabîrî (1881-1944)
 1 Xulek  586 Dîtin
ey yûsfî gumgeşte serê derke le perde
îḧsane nîşatê be dił û canî beşer de
fermû ke be şimşadî qed û tel’etî bedirit
pestî be sinewber de şiksitî be qemer de
bew çawe ḧekîmane temaşa ke le řengim
boç waye ke çwarfesłe wekû payzî zerde?
qend û şekerit her beşî eẍyare be ferẍûn
sewqat û beşî ême ẍem û derde be ferde
kê bê ke be şimşêrî birot ser nexewênê
boç çaw û birot ma’îlî de’wa û neberde?
şahim emegit zore newa tûşî zyan bî
şařê bigre ew dize řêy naḧeqe berde
têkeł bike maçêk û cinêwêk mutesawî
maçit şeker û lefiz û cinêwit guł û werde
sabîrNasnava edebî serî teslîmî ke dana leberî pêt
bo kuştinî bes damenî nazk le kemer de