ḧîkmetî derkewtin û win bûnî xor û şebpere

Li pirtûka:
Dîwanî Sabîrî
Berhema:
Sabîrî (1881-1944)
 2 Xulek  420 Dîtin
ḧîkmetî derkewtin û win bûnî xor û şebpere
em xudapêdawe, ew bê tal’ û axir şeře
tac û text û nî’metî bexşî be paşa zulcelal
şew le birsa naxewê derwêşî bê lêfe û beře
darî tû herdû be yek ab û zemînê sewz ebê
darî to berdar û xo ber darî ême tûy ziře
herdû hencîrin eger kêwîle ger hencîrî baẍ
nawî şahencîre baẍî ew tirîş kêwî û keře
meřmeřim dî bê gunah westa fiřêy daye xela
mîner û mîḧřabî mizgewtîş eka lew meřmeře
baz be naz goştî qełew exwa be destî şahewe
paşmawey gurg û seg xorakî zaẍ û sergeře
ehlî dîn ḧerfî ceře şeytan ke bew mecřûř ebê
ḧesreta êsta ke to mecřûřî ew ḧerfî ceře
dił ke ḧewzî fîkirî xwa zîkirî zubane cogeley
ḧeyfe bote cê gele, zîkirîş hemû bizin û meře
dił ke ḧewzî řeḧmete zîkirî zubane cogeley
dił ke bote cêy gele zîkirî zuban bizin û meře
ew xudanasane wa tew’îzî ecnasyan dekird
ekserî ewladîyan êstake zor nabaweře
ya alhî fitḧî babîErebî nîme tabî sê ’edû
ewwelen mendûb û sanî corc û sals mêcere
ḧeq te’ala ḧezretî nûḧî le tofan da necat
ẍerq ebê wek piserî, bê şik kesê nabaweře
new’î luqman û erestû bo ’îlacim mat ebê
to dełêy pustey ’esel dermanî berg û pare
’eşq nazanê wicûdî agir û tofanî çerx
ey birader ger be îbřahîm û nûḧit baweře
qet ẍemî mergit nîye her hewłî nan û bergite
’umrî gencî têpeřî, têpeř nebûy lem lapeře
şew tewawbû sabîrîNasnava edebî giryanî to nebřayewe
hełse wextî bang û nwêje bo cema’et řapeře!