newbehare mewsîmî pişkûtnî guł hatewe

Li pirtûka:
Dîwanî Sabîrî
Berhema:
Sabîrî (1881-1944)
 1 Xulek  427 Dîtin
newbehare mewsîmî pişkûtnî guł hatewe
î’tîbarî şîwen û hawarî bulbul hatewe
xwênî çawî ’aşiqane řûy zewî nexşanewe
zeḧmete seylî beharî neqşekey bişwatewe
ḧezretî luqman girîman êste zîndûbêtewe
baweřim naye birînî ’aşiqan ça katewe
key ebê ya řeb sibeynanê nesîmî ah ah
sa le baẍî cennetî ḧusnî gułî geş katewe
ew be tîrî ẍemzekey cergî biřîm û tîrî min
her henasey serde hawîtim ewîş bom hatewe
ehlî dunya bo piławe cobławî lê eken
dabnîşe naneřeq bûławe naw şorbatewe
řaḧetî însan le bêdengî ebê, sabîrNasnava edebî xemoş
to ke ’ebdî ḧeyfe řû nakey be lay mewlatewe
sabîrîNasnava edebî ye’qûb egerçî hîcrî yûsif kwêrî kird
ḧemd û sebrî kird be ’adet, yûsfî bo hatewe