bira şêtî bese ’eqłê peya ke

Li pirtûka:
Dîwanî Sabîrî
Berhema:
Sabîrî (1881-1944)
 2 Xulek  1124 Dîtin
bira şêtî bese ’eqłê peya ke
le xułq û xûyî ḧeywan xot cya ke
demêke wa esîrî nefsî nizmî
were ḧerbê legeł nefis û hewa ke
be teyyarey syam û topî teqwa
ẍezay patextî nefsî řûsya ke
be metrelozî wêrdî zîkir û fîkirit
berengarî xitûrî masîwa ke
be ẍefłet çû birader ’umrî gencî
lemewla ’umrî řabirdû qeza ke
heta key luqmebadan û çiłêsî?
bese tenperwerî, hoşê peya ke
ḧesarî şarî dînit ey musłiman
be zîkir û fîkirî tesbîḧî xuda ke
qisem bo dîn û dunya sûdmende
řefîqî çak û ta’et bê řya ke
le xełqî xakî têfkire sibeynan
be şew seyranî estêrey sema ke
lexew hełse bişore dest û çawit
temaşayêkî esrarî xuda ke
be îstîẍfar û giryanî sibeynan
birîn û derdî ’usyanit dewa ke
eger taney gunahit hate ser çaw
’îlacî tûtyay pay ewlya ke
temaşakirdinî awêne ye’nî
le řîş û îşî nařêkit ḧeya ke
esef bo gencî, eyyamî cewanît
ke fewtandit le pîrîda řeca ke
simêł û řîşî wek maş û birinicit
ełên ey xeste terkî zûlbya ke
çira û ’umir û şewî sabîrNasnava edebî beserçûn
lemewla zîkirî bê çûn û çira ke