ey beheştî řû be ḧeqqî ew cemał û şêweye

Li pirtûka:
Dîwanî Sabîrî
Berhema:
Sabîrî (1881-1944)
 1 Xulek  412 Dîtin
ey beheştî řû be ḧeqqî ew cemał û şêweye
îltîfatê ke, be çawî to ke ’eqiłim lêweye
ey mesîḧaleb bifermû def’î azarim bike
mełḧemî zamî diłim me’lûme ew dû lêweye
ta le baẍî řûyî to ’enab û sêwim dî be çaw
dił nexoşe her xeyałî ew ’enab û sêweye
meyl efermûy têbgey eḧwałî derdim dûr le to
her serî mûyî wicûdim sed birînî pêweye
zu’fî qelbî ême dermanî be luqman nakirê
çunke muştaqî guł û gułzarî ḧusnî êweye
ta be lefzî nerim û şîrîn mahřû bangim neka
her wekû ferhad řenc û meskenim ew kêweye
çîm beser duxtûr û eczaxanewe ey gułbeden?
çunke dermanim gułî gułzar û ḧusin û şêweye
sabîrîNasnava edebî bîmar û diłsûtawî dûrî dulbere
her be daxî puřteqał û naske hermêweye