fîdayî řûte mêhir û mah be çerxî ḧuqqebazewe
Li pirtûka:
Dîwanî Sabîrî
Berhema:
Sabîrî (1881-1944)
1 Xulek
531 Dîtin
fîdayî řûte mêhir û mah be çerxî ḧuqqebazewe
nesarî pête řûy zewî be me’den û řekazewe
nîmebehayî nîm nîgay toye zemîn û asman
nemayşî eger bikey be çawî mestî nazewe
hewes bikey be yek demê, dewa edey be ’alemê
bew nefesî mesîḧî to, be pêkenîn û nazewe
awênedarî řûyî to, şanebedestî mûyî to
be şerqewe be ẍerbewe be mekke û ḧîcazewe
ḧûr û mela’îkey sema le tawî to řûyan nema
zewî be îns û cînnewe be cahîl û mucazewe
to be cemałî ḧûrewe ême be çawî sûrewe
be sozî cangudazewe be sedhezar nyazewe
be aftabî řûyî to ke nîwesûte sabîrîNasnava edebî
be zulfî mîşk bûyî to poře be çingî bazewe