bełagerdanî çawit bim ełêy necmî gelawêje

Li pirtûka:
Dîwanî Sabîrî
Berhema:
Sabîrî (1881-1944)
 2 Xulek  1753 Dîtin
bełagerdanî çawit bim ełêy necmî gelawêje
demê ’îsa û luqmane, demê seffak û xwênřêje
be ewweł tîrî dalerzîm û ẍafił bûm û nemzanî
ke min êstake huşyarim xedengê tir bihawêje
leber êşî xedengî dił dekem feryadî bê ḧasił
be şêtim nawdeben xełkî, zemanê pêm ełên gêje
nemamî qedî to bełkû hemîşe taze û teř bê
were cana leser em dîdeyî parawe bînêje
kesê xarî terîqî ’eşqî çawê toy be diłda çû
wekû wiştir be naçarî deka em new’e kawêje
tebîbî piř fen û ḧazîq meben bo xizmetî ’aşiq
ke dermanî diłî ’aşiq werayî ’eqił û řawêje
ḧekîmî mîhreban camî gułab û qendî bo hênam
witim: ey bêxeber lem derde ew dermane bîřêje!
seba to meḧremî řazî dexîlek ’areb asayî
geyştî bew tebîbe, lem nexoşe şemmeyê bêje
biłê mecnûnekey seḧranşîn emşew le dûrî to
le ḧałî nez’ida mawe biřo îḧsane bînêje
çi ẍewẍayêke sabîrNasnava edebî besye em nałane kotake
qisey bê řeẍbete herkes wekû to talî’î lêje
diłî kirde nîşaney tîrî ẍemzet, têgeyî sabîrNasnava edebî
ke ẍemzet herwekû tîrî ecel çalak û xwênřêje
ḧekîmî derdî sabîrNasnava edebî muşkîle des nakewê îlla
le feyzî merqedî seyîd řezay qutbî dêlêje
’eceb bo çî be bê ’îlmî? ke sabîrNasnava edebî şî’rî danawe
be feyz û yumin û îstîmdadî qutib û pîrî dêlêje