piřtewî xurşîde emşew ya cemałî dulbere

Li pirtûka:
Dîwanî Sabîrî
Berhema:
Sabîrî (1881-1944)
 1 Xulek  485 Dîtin
piřtewî xurşîde emşew ya cemałî dulbere?
bonî baẍî cennetî řûy yare ya xo ’enbere?
can û dił ẍerqî fina fî alnurErebîy řuxsarî ḧebîb
’usretî dûrî mubeddel bû be wesił û meysere
ełbete bîstûte terkî ser deka ẍewwasî řût
wa le derya dêteder saḧêbî duř û gewhere
ta le serfî řoḧî wek perwane bê perwa nebê
sadqî meřwane, cêy biřwa nye, tenperwere
sabîrîNasnava edebî ger talîbî yarî bizane muxteser
nageye metlûbî canî ta nebûrî lew sere