ey nûrî řûyî pakit xorak û bergî nase

Li pirtûka:
Dîwanî Sabîrî
Berhema:
Sabîrî (1881-1944)
 1 Xulek  851 Dîtin
ey nûrî řûyî pakit xorak û bergî nase
şems û qemer zyayan lew nûre îqtîbase
hawarî řût û birsî, ałaye ’erş û kursî
îḧsane ger bipirsî, esbabî em esase
’alem ke nîwesûte, sûtawî şem’î řûte
’înwan û arezûte, bê ḧuřmet û kesase
ser bêne bałexane, ẍewẍayî ’aşiqane
xurşîd û mang nîhane, be dûkełî nehase
’aşiq diłî birîne, henasey agirîne
şew xewtinî girîne, be řoj xorî lîbase
’aşiq be soz û giryan, dêwane řût û ’uryan
azar û derdîseryan, asayş û kirase
fermûdeyî ḧekîme, herkes diłî seqîme
mu’alecey ’eqîme, ta axrî henase
nas întîzare da’îm, mîslî azanî sa’îm
bo def’î lewmî la’îm, carê biłê çi base?
herkes biçête mekteb, axir egate metłeb
sabîrNasnava edebî eger muxateb, pîrî xudaşunase