le deştî sîne hełgîrsa biłêsey agirî caran
Li pirtûka:
Dîwanî Sabîrî
Berhema:
Sabîrî (1881-1944)
1 Xulek
595 Dîtin
le deştî sîne hełgîrsa biłêsey agirî caran
’îlacê awî tedbîrê leřêy pêẍembera yaran
eger te’wîzî dermane eger tedbîrî luqmane
peya ken gurc û azane le deşt û şar û ’ettaran
le tawî agirî dûrî be ẍayet dił perêşanim
xudaye zû binêrî to ḧekîmî derdî bê derman
şerarey agirî kûrey derûn nekujayewe esła
ke firmêskim be deştî sîneda eřjê wekû baran
du’a ya tîbbî calînûs, mufîdî şer’î ya kabûs
le derdî ’aşiqan me’kûs debê dermanî ’ettaran
le tawî agirî dûrî sebûrî dił nema řebbî
sebebsazî bikey her toy ḧekîmî derdî bîmaran
’ecayb agirî sîne be firmêskim nebû sakîn
ke sabîrNasnava edebî seylî eşkî wa ebarênê wekû baran