witî yarim le cennatê gułî řuxsarim enwênim

Li pirtûka:
Dîwanî Sabîrî
Berhema:
Sabîrî (1881-1944)
 1 Xulek  803 Dîtin
witî yarim le cennatê gułî řuxsarim enwênim
hemû şew ta seḧer boye wekû bulbul enałênim
le meẍrîb řoj hełat emşew witim řenge qyamet bê
musułmanan meken men’im nema ’eqił û dił û dînim
be ẍeddarî dił û cergî biřîm û pêm ełê megrî
newa lêşawî firmêskit bika teqbîlî dawênim
le tirsî soz û ahî agirînim muşkîle ’eqiłim
bida řêga ke nawî nazkit bo nawî dem bênim
be çawî mest û mexmûrit ewende mest û mesrûrim
le sayey towe wek şêrî jyan zincîr epsênim
be umêdim le ḧałî nez’ida to bêye bałînim
ke to bixiwênî yasînim deken ḧûr û melek şînim
be zistanî fîraqit sabîrîNasnava edebî wek payzî zerde
be řuxsarî beharit ahî germim şubhî hawînim