bîḧemdîlla byabanî dił emsał

Li pirtûka:
Dîwanî Sabîrî
Berhema:
Sabîrî (1881-1944)
 2 Xulek  888 Dîtin
bîḧemdîlla byabanî dił emsał
pełey lêdawe bê manend û emsal
be paçî ta’et û cûtî řyazet
mubeřřa bû, muheřřa bû le ew bał
ke xałî bû le berd û xarî eẍyar
meqamî yare piř ałtûn û kotał
wekû baẍî îrem xoş û dił’efza
nemamî ’er’er û hem seru û şimşał
beda’îm piř firîşte û bê şeyatîn
le kin te’rîf û ewsafî zuban lał
hemîşe bulbulî řoḧim exwênê
le nêw gułzarî diłda farẍ albalErebî
demî řoḧim le şîrîn bû lemewla
meselmêne le dił bigirim qisey tał
ke min mestî şerabî ’eşqî yarim
be serbestî dekem îzharî eḧwał
dił û dînî řifandim şox û şengê
be ẍemzey çawî bîmar û lebî ał
îtir zarî deka tacir be naçar
egerçî cerde naka ředdî kotał
le laşey pîsî dunya lade sabîrNasnava edebî
denûk naden le çawit sergiř û dał
’eceb şîwen ekey bo berg û nanit
çi bê bakî le řojî merg û ewbał
’emamey pak û piř pêçit delîle
diłit bê ẍeş nîye ey şêxî bermał
be řîş û pirç û tesbîḧit tewawî
nemazit natewawe ey kuřî xał
eger merdî lîbasî zuhde bergit
le bo jin çake surme û xamekî ał
wekû zeř xalîs û bê ẍeş be qurban
wegerne etxene bote ebî qał
le botey agirî dozex bitirse
be milyon pyawî têda bote zûxał
eger to talîbî dunyay legeł seg
gelê ca toş ebî şeřiř û demeqał
lîbasî zuhd û teqwa bêne meydan
mehałêne le xot bergî şiřuşał
qisey pyawane nazanim biłêm çî?
desim pê kirduwe wek şêt û mindał
le botey yar sabîrNasnava edebî zor bitirse
gelê xełkî le nawda bote zuxał