te’alełła be nûrî tel’etî yar

Li pirtûka:
Dîwanî Sabîrî
Berhema:
Sabîrî (1881-1944)
 1 Xulek  881 Dîtin
te’alełła be nûrî tel’etî yar
munewwer bû becarê çerxî dewwar
be ḧemley ’eşqî yar eẍyar derçû
le şarî dił nema bêgane deyyar
ke şadî yarî şîrîn hate bazař
ẍemî ferhad kêwî bû beyekcar
xerabey dił kiraye beytî me’mûr
çi ḧacet îltîcakirdin be mî’mar?
fereḧ xurşîd û ẍem manendî sêber
ke em hełhat û ew řûy kirde dîwar
îtir xoşxiwane da’îm bulbulî řûḧ
le deştî dił ke bote ’eynî gułzar
le cêgayê ke beḧsî ’eşqî yare
çi yarayêke amuşoyî eẍyar
nesîmî zulfî ’enberboyî yarim
xecałetbar deka sed mîşkî tatar
egerçî sedhezar defter binûsim
le wesfî yar keme bo ’uşrî mî’şar
demêke sabîrîNasnava edebî her çaweřêy bû
geyşte ’eynî meqsed axrî kar!