ta be key qurban le dûrîy to bikem feryad û dad

Li pirtûka:
Dîwanî Sabîrî
Berhema:
Sabîrî (1881-1944)
 2 Xulek  1102 Dîtin
ta be key qurban le dûrîy to bikem feryad û dad?
ten nexoş û bê ḧekîm û dił ḧezîn û namurad
ya xuda em derde bê dermane tûşî kes nebê
duşminanîşim nekey wa mubtela ribu al’îbadErebî
derdedar û bê dewa, xom tabî’î nefis û hewa xom
musteḧeqqim bê kewa, xom kirde cewtî bed nejad
çû bezaye gencî ’umirim, lem meraqe çake bimirim
řoj ełêy serxoşî xemirim, şew le xewda wek cemad
ax ledes nefsî le’îme tabî’î dêwî řecîme
la’îqî narî ceḧîme tabî’î fîsq û fesad
nefsî emmare hemîşe xwardinî lê bote pîşe
pêm ełêy qet damenîşe bom peyake nan û zad
bom peyake çay û şekire, małî zeyd û ’emir û bekire
hênde ḧeyyal û be mekire, abřûmî da be bad
çaw qibûłîm bo peyake terkî îman û ḧeyake
řû le cerdey padşake bêne herçî bad bad!
bêne qawirme beçewrî, piř pyaz û piř be dewrî
nanî genim bê le dewrî, germ û nerim û bê řemad
mał û ’umirim çû bezaye, ba’îsî nefis û hewaye
yaxuda sa paye paye bêmewe ser řêy řeşad
sabîrîNasnava edebî pîrî û feqîrî gerçî neqsin bo mucahîd
bo şikarî nefsî řêwî cûte şêrin bo cehad!