ey be şîrînî le meḧbûban esênî xerc û bac

Li pirtûka:
Dîwanî Sabîrî
Berhema:
Sabîrî (1881-1944)
 1 Xulek  779 Dîtin
ey be şîrînî le meḧbûban esênî xerc û bac
wey ẍułamî to hemû sułtanî xawen text û tac
ey be ẍemzey çawî bîmarit hemû ’alem nexoş
wey be enfast şifa yabindFarsî girûhî namîzac
ey be nîgay çawî bîmarit hemû ’alem nexoş
wey hemû ’alem be enfasî mesîḧit îḧtyac
ta leser çawî nexoşt bê tebîb banî birot
herçî têfkirê perêşan û be luqman îḧtyac
neqdî can û dił witim qurbanî ber pêt kem witî:
xo le şarî ême naçê şête neqdî bêřewac
ta seba řêy kewte nêw gułzarî ḧusinit ehlî dił
naxewn şew û ta beyanî padşah û mîr û ḧac
sabîrîNasnava edebî her çaweřê bû to ke îfay we’de key
her nehatî çarî derdî key enałê na’îlac