bûkî dunya şû be mêrdî cahîl û eḧmeq eka
Li pirtûka:
Dîwanî Sabîrî
Berhema:
Sabîrî (1881-1944)
2 Xulek
748 Dîtin
bûkî dunya şû be mêrdî cahîl û eḧmeq eka
ḧeqyetî bêzû be xwênî cergî ehlî ḧeq eka
wa cehennem piř le cahîl lehu û le’bî xoy eka
têgeyştû boç le jêr ’abawe xoy îreq eka
ey dirîẍ êstake ehlî ḧeq nema ewladîyan
ẍeybetî dînperweran û kirdewey naḧeq eka
’alîm û cahîl le me’na û sureta ferqî nema
çunke herdûkî be boyaẍî simêłî deq deka
her musułmanê qisey ḧeq ger le cêgayê bika
cêbecê lew cêge xoy bê ḧurmet û cê leq deka
wa’îzê we’zî bida załim wekû kitkî qełew
goştî dabestû bibînê çawî herdû zeq deka
xwanexwaste ’almê te’zîrî cahîlê bika
ew mela tûşî beła û xoy kafrî mutłeq eka
ey mela to çolekey, załim pişîley metbexe
to neçîte metbexî, çawî le to key zeq eka?
ḧeq witin qanûn nîye, naḧeq witin bê şer’îye
şeqqî şeffe sadiq û kazb nizîkî şeq deka
to del û bîber nexoy te’sîr le dawênit neka
lacerem sîrxor řefîqanî ke lûtî řeq eka
talîbî asayşî ḧîfzî zubanî kafîye
werne qewlî bê ser û pa qelbî însan řeq eka
sabîrîNasnava edebî lewsawe teb’î ehlî dunyay nasye
ne biçûkî têgeyî û ne gewreyî eḧmeq eka