bes bike meylî cîhandarî le dunyay bê wefa

Li pirtûka:
Dîwanî Sabîrî
Berhema:
Sabîrî (1881-1944)
 1 Xulek  732 Dîtin
bes bike meylî cîhandarî le dunyay bê wefa
nayenê em qîmete kem boy bixo cewr û cefa
sa’etê fikirî qyamet ke ke sibḧeynê eřoy
çî ekey? cwabit çye? to çî ełêy lew řojeda?
tawekû mawî le dunyada bike îḧsanî xot
ger nekey mes’ûl debî kêy dî cewabî to eda
řêgeket dûre, ’eceb bêbakî, çon pêyda eřoy
bem şewe tarîke bê tûşe û delîl û bê çira?
řû le qapî ḧezretî mewla ke necmeddînNasnava edebî eto
řoḧ û małit serfî ew ke, bełkû desgîrît bika