le te’sîrî fisûnî řojî taban ’alemê şûrî
hawarî daykê
Li pirtûka:
Berhemekanî Mistefa Şewqî
Berhema:
Mistefa Şewqî (1865-1932)
2 Xulek
1022 Dîtin
sibeynîyekî zû, hewa sard û řoj taze serî hênabuwe derê, gundêkî řûxaw le dûrewe, seḧrayekî wasî’ denêwda, şeqameřêyek bo lay řoj’away deřoyî, le qeraẍ řêgayekî çomî be xuř dehat. řûy seḧra be gyay şîn, kirasêkî mexmerî le ber kirdibû, lewê kurdêkî cwan heykel, be xewałûyî řakşabû, leser serî be sîmayekî matemdarî û be cebînî esîlî derdedar, jinêkî kurdî pîr be ew meqamane xerîk bû le xewî hełsitênê:
le te’sîrî fisûnî řojî taban ’alemê şûrî
meger to çawekanim mîrî kurdî hêşte mexmûrî
le nazbałincî xew satê, hełêne ser, temaşa ke
le mêrgołan dexwênin bulbulî şeyda be řencûrî
behar hat û neşey bay we’deye ’umirim temaşa ke!
leber małî wesî’î mułkî babit dengî semtûrî!
seday hat û nehat û dengî zenguł qorî karwane
ke barit koçî kird û destedawên hêşte mehcûrî
çilon sebrê dekey, ger yarî to bidzin le małî to
lenêw bêganekan teşhîr biken, nêw bendî bermûrî
egerçî sebrê sîs herwek biraymokî webin ma bûy
kiřêwey befrî zistanê, tewaw ’umrî be serbûrî
wekû bapîre gewret ḧîfzî namûst leser şerte
ke daykit pîr û xuşkit mirdû, małit çoł û xapûrî
be miskînî mełê destim be zincîrî sext bestira
ke ew zincîre wehme û deypisênî çunke piř zûrî
bełê zincîrî destit cehil û ẍefłet bû, řeqîbî to
be efsûn bestî qołit, çunke zanî mest û mesḧûrî
ewêsta ta le bîxey řojhełatê taw hełat řabe!
be azayî necat de destî bestirawit ke meẍdûrî
selaḧî karî to se’ye û ’emel ba bê nîgehbanit
be řûnakî çiray ’ezimit biřo bo şarî şapûrî
de jînNava taybetê ḧeqî xot sabît bike bo yar û eẍyaran!
be desre bistiře firmêskî şewqîNasnava edebîy û çawî bê nûrî
bebê to kelhuř û soran û mukirî û mułkî baban zar
ke kîjî bextyarî, çunke mestî ewřo lêt torî