15
hişyarya memê û tacdîn ji bê hoşî û mexmûrya şeraba ’işqê agahî û xeberdarya wane ji sebeb û waste’ê wemeqê
Li pirtûka:
Mem û Zîn
Berhema:
Eḧmedî Xanî (1650-1707)
4 Xulek
996 Dîtin
ew dûxte çeşim herdu şahîn
ew sûxte peř memo û tacdîn
xweş çûne şikarê kebik û qazan
nagah bi serve şubhî bazan
nořek fitlî li wan ji nageh
êdî qe nema ewan çu ageh
hindî ku di heftya ḧemel bûn
ew zêde di weḧşî û xebel bûn
ew hefte li wan ku bûye salf
xûkerde’ê ’işqê bûn mu’alf
řabûneve řo jekê bi yek ve
fikirîne bi řeng û řûyê yek ve
’işqê kirbûn wesa mubeddel
wan yêk û du nas nekir ji ewwel
ewwel dikirin ji hev teẍerrub
paşî ku kirin bi hev teqerrub
dîtin xwe bi paçebend û zengil
perwaz û fiřîn meḧal û muşkil
uskûfeke zulmetê bi ser da
cilfûyeke ulfetê bi ber da
bê tu’me û bê şerab û bê çav
bê meqsed û bê mirad û bê gav
mestane ji řengê çeşmê dildar
mexmûr û syah û mest û bîmar
manendê dehanê yarê dilteng
nalîn ji řeha dilî wekî çeng
gotin: ’eceb em kû bûne bîmar
ya bûne wekî şêrê birîndar
yane wehe em çiřa nikarîn
mecrûḧ û ze’îf û dilfegarîn
ev řengehe wan dikir tefeḧḧus
mahîyetê ḧalê xwe tecessus
tacdîn fikirî di dest birayî
teysit guherek wekî çirayî
yaqûteke mislê dane’ê nar
meş’el sifete ji bo şeva tar
manendî şemalê ew teyîsî
ḧekkakî bi navê zîn nivîsî
destê xwe dirêjkirê ku bînit
da qenc nezer biket bibînit
mem jî fikirî di destê tacdîn
elmaseke bê biha û texmîn
lê ismê sitî kirî kitabet
ustadekî saḧbê meharet
serraf eger bibîte buqrat
texmîn biketin bi wezin û qîrat
bazar biket ji bo felatûn
mecmû’ê xeza’nê di qarûn
sumna semenê di wan nigînan
nabit bi wuqûfê dûrbînan
mayîn di te’eccub û teḧeyîwir
daman û gelek kirin tefekkur
zanîn ku sewaḧbê nigînan
her çî kirî kir sitî û zînan
řo ja wekû bûyî ’îdê teḧwîl
ew jî geřyane came tebdîl
çawa xemlîne ev keçanî
ew jî geřyane cil kuřanî
ew bûn ku me go di rûzê newrûz
mislê meh û mihrê ’alem efrûz
ew herdune yê di dest vemiştin
ew herdune yê di xel dikuştin
ew bûne di şehrî bûyî cellad
ew bûne ku xel ji dest bi feryad
ew bûne ku van bi dil ḧebandin
ew bûne li van ceger kewandin
wan herdu biran bi ’eqil û texmîn
bê şa’be qatlê xwe zanîn
tacdînî hebû li nik şu’ûrek
’işqê di wî hiştibû qusûrek
go: řabe bira ji nav nivînan
bes ahê bike ji ber birînan
em şêrin û ew di xwe ẍezaln
puř ’eybe ku em ji dest binaln
mem puxte’ê ’işqê bû temamî
gotî ku bira meger tu xamî
da zen nebrî mucessemim ez
ser ta bi pyan muqessemim ez
ev cisim li min bûye muxettet
ew xet hemî bûyne muneqqet
te’sîr we řenge ’işq û wemqan
baltulErebî di tûl û ’erz û ’umqan
yek nuqtenehin ji derdî xalî
hêja tu dibêy: çiřa dinalî?!
dil bûye meḧellê ’işqê ḧala
vî ḧalî di vê meḧellê vala
nîne ’eceb er bibim ḧulûlî
min maye ji sûretê heyûlî
şahînşehê ’işqê bê ẍerez hat
cewher veşrî dema ’erez hat
ev ḧal û meḧel û cisim û cewher
’işqê ji xwe řa kirin musexxer
can û ceger û dil û hinavan
dest û ser û pê û pişt û çavan
walilhErebîy yekî nemaye raḧet
balilhErebîy yekî nemaye taqet
bizdandine wan ji min ’ela’iq
balcimlihErebî dibên ku: niḧin ’aşiqErebî
na puřsî li ḧalê min tu zalim
hêja tu dibêjî ez nenalim?!
ev řengehe wî ku kir tezellum
tacdînî nema ji bo tekellum
ew mane di gel evan birînan
beḧsa me li ser sitî û zînan