8

mebde’ê meqale di ne’ta ḧakmê buhtanê xudan iqbal «emîr zîn aldîn bin emîr ebdal» digel wesfa herdu hemşîre’êd wî saḧb cemal «zîn» û «sitî»yêd bê misal
Li pirtûka:
Mem û Zîn
Berhema:
Eḧmedî Xanî (1650-1707)
 5 Xulek  1067 Dîtin
neqqaşê seḧîfe’ê ḧikayet
neqqadê sebîke’ê rwayet
kêşa bi vî terḧî resim û ayîn
lêda bi vî gerzî zerb û tezîyn
go: padşehek zemanê sabiq
řabû di ḧukûmeta xwe fa’iq
ecnasê millel mutî’ û munqad
nesla wî ’ereb emîrê ekirad
textê wî cizîr û bextê mes’ûd
tal’ qewî û meqamê meḧmûd
rom û ’ereb û ’ecem di ferman
meşhûr bi navê mîrê buhtan
aba’ê ’izam û ced û wald
mensûb û muselselê di xald
cebbarê felek ji wî ḧezerkar
meslûl ji sellê seyfê cebbar
zîbende’ê mulk û zeynê dîn bû
navê wî emîrî zeynedîn bû
mîrê ji wî řa bi zeyn muwessef
zînet ji wî řa bi dîn mu’erref
asarê şeca’eta wî şahî
dagirtî ji mahê ta bi mahî
mahîyetê wî medarê dunya
şahîyetê wî şi’arê ’uqba
muḧtacê sexaweta wî ḧatem
meẍlûbê şeca’eta wî rustem
ḧatem ji kemalê himmeta wî
tomarê sexaweta xwe kir tî
’eqil û huner û sexa û meydan
zebit û neseq û nizam û dîwan
dîndarî û dewlet û dyanet
serdarî û sewlet û syanet
meşḧûn ji her yekî xezînek
meknûn ji her yekî defînek
bê ’usir ji bo wî řa muyesser
bê xusir ji bo wî řa muqedder
enwa’ê newadir û cewahir
elwanê nefa’is û zewahir
mecmû’e’ê mumkinatê meqsûd
wacb kirbûn li nik wî mewcûd
ḧasil bi wî mudde’a û metlûb
wasil bi wî muşteha û meḧbûb
seḧna ḧeremê ji nazenînan
cennet tijî bû ji ḧûr’înan
ḧûrî wî di cennetê gelek bûn
ẍilman wî di ḧezretê melek bûn
lê zade’ê dûdmanê dewlet
newbadeyê bostanê ’iffet
şehzade du bûn li nik wî şahî
xurşîd du bûn li nik wî mahî
ye’nî ku ji wî ne jadê ’alî
hemşîre du bûn di la ebalîErebî
yek serwê ryazê řastî bû
wê nav bi řastî sitî bû
ya dî ji dil û hinavê mîr bû
wê nav ji nisfê navê mîr bû
rawî wihe gote min mu’emma:
ew ḧûr bi navê zîn musemma
yek zêde şirîn zyade meḧbûb
yek rûḧê qulûb û ḧûrê meqlûb
yek esmer wiya duwê zerî bû
yek ḧûrî wiya duwê perî bû
ew ḧûr û perî di bê bedel bûn
lewra ku ji nûrê lim yizilErebî bûn
ḧusna ruxê wan çu kes nedî bû
zîra ji cemalê sermedî bû
leb le’il û semen ’uzarê gulrux
rewneq şikenê butanê xullux
zulfeyn misalê tayê sunbul
xeddeyn ji řengê řûyê sorgul
ew sorgul û sunbulê di azad
bişkiftî li qeddê seru û şimşad
sorgul ji xwe řa li ser rihsitî
sunbul bi xwe pêkve daheřistî
ḧusna xetê rux ji xettê yaqût
çaha zeqenê ji siḧrê harût
goya kirbû ji mişk bîzî
remmalê felek nuqatê rîzî
xal û nuqet û beyaz û ḧumre
beyt û ḧecer û tewaf û ’umre
ebrû ji kemanê qewsê eflak
mu jigan bi guman ji sehmê semmak
sermayye weḧşeta cunûnan
mermûz di dehşeta ’uyûnan
mebhût di bûn di tirfة al’înErebî
keşşafê rumûzê ḧikimة al’înErebî
cebhet di numa ji terfê iklîl
goya li ufuq cenaḧê cibrîl
westayî li istiwayê da’im
xurşîd di xidmeta wê qa’im
herçî bidya rux û binagoş
fî alḧalErebîy bi der dida ji bo hoş
gerden te digo di destê saqî
qarûreye puř şerabê baqî
yan şubhetî şîşeya nebatê
yan menbe’ê kahnya ḧeyatê
serpence û naxunî muḧenna
rencende’ê xatrê muhenna
xelqê ku [di] dîtin ew kemergah
ḧazir dikirin ji ẍewrê dil ah!
zahir dikirin ku zend û bazin
êdî nedman gilî û gazin
her çende ku herdu şubhî can bûn
ew herdu bi ḧusnê tew’eman bûn
her çende sitî we nazenîn bû
lê zîn ji misalê ḧûr’în bû
her çende sitî sitare weş bû
lê zîn bi ruxan heyîve geş bû
her çende sitî wekî qemer bû
zîn muhir sifet zyadeter bû
ew herdu wekî du şeb çiraẍan
gava dimeşîne baẍ û raẍan
nalan dikirin cemad û ḧeywan
talan dikirin nebat û insan
kofî ji cewahran mukellel
kotirke ji netirkan muselsel
serbendê qeseb didan cebînê
’aşiq dimirin ji dest evînê
ev zînet û xemil û qeşt û ḧenbel
ez pêş û pes û yemîn û qenbel
gava dimeşîn perî di gel wan
walh dikirin welî di xelwan
ger şeyxin û ger mela û mîrin
derwêş û ẍenî û ger feqîrin
kes nîne ne talbê cemalê
kes nîne ne raẍbê û salê
hin raẍbê ḧusnê la yezaln
hin talbê qalbê betaln
lêkin hemyan yeke yeqîn dost
ferqa ku heye ji meẍzê ta post