6
sebebê nezma kitabê bi vî ezmanî di sûretê şekwaya ji dewranî û gilya enba’ê di zemanî ku li bal wan yeksane hunerdanayî digel ’eyba nadanî
Li pirtûka:
Mem û Zîn
Berhema:
Eḧmedî Xanî (1650-1707)
4 Xulek
2263 Dîtin
xanî ji kemalê bê kemalî
meydanê kemalê dît xalî
ye’nî ne ji qablî û xebîrî
belkî bi te’essub û ’eşîrî
ḧasil ji ’inad eger ji bê dad
ev bid’ete kir xilafê mu’tad
safî şemrand vexwar durdî
manendî derî lisanê kurdî
înaye nizam û intizamê
kêşaye cefa ji bo wî ’amê
da xelq nebêjtin ku ekirad
bê me’irfetin bê esil û binyad
enwa’ê milel xudan kitêbin
kurmanc tenê di bê ḧisêbin
hem ehlê nezer nebên ku kurmanc
’işqê nekirin ji bo xwe amanc
têkda ne di talbin ne metlûb
vêkřa ne muḧbibin û ne meḧbûb
bê behrene ew ji ’işqibazî
farẍ ji ḧeqîqî û mecazî
kurmanc ne piř di bê kemaln
emma di yetîm û bê mecaln
fî alcimlihErebî ne cahil û nezanin
belkî di sefîl û bê xudanin
ger dê hebuwa me jî xudanek
’alî keremek letîfedanek
’ilim û huner û kemal û iz’an
şi’ir û ẍezel û kitab û dîwan
ev cins biba li ba wî me’mûl
ev neqid biba li nik wî meqbûl
min dê ’elema kelamê mewzûn
’alî bikira li banê gerdûn
bînave ruḧa melê cezîrî
pê ḧey bikira ’elyê ḧerîrî
keyfek we bida feqîhê teyran
ḧetta bi ebed bimayî ḧeyran
çi bikim ku qewî kesade bazar
nînin ji qumaşî řa xerîdar
xasma di vî ’esrî da ku hemyan
me’şûq û ḧebîb bûne hemyan
ye’nî ji teme’ dirav û dînar
her yek ji me řa we bûne dildar
ger ’ilmî temam bidî bi polek
bifroşî tu ḧikmetê bi solek
kes nakete meyterê xwe camî
řanagirtin kesek nizamî
weqtê ku me dî zemane ev řeng
fî alcimlihErebî li ser diravî bû ceng
ḧezkir me bibîne kîmyager
gava ku me dî nebû muyesser
nisfîye me pêlekê ’emel kir
tesfîyeyê cewherê deẍel kir
qelbê me nekir qebûl ḧîle
qet bû ẍerezê nebû wesîle
dîn çû û neket bi dest me dînar
paşî ji neçarî bûyne seffar
sifrê xwe’ê xef me eşkera kir
qirtasye bû me lê du’a kir
de’wet geřya bi sidiq icabet
bû waste’ê qezayê ḧacet
ev pol eger çi bê behane
yek řûne û saf û bê behane
bê ḧîle û xurde û temamin
meqbûlê mu’amela ’ewamin
kurmancye sirfe bê gumane
zêř nîne bibên: sipîd mane
sifrê me ê sore aşkare
zîv nîne bibên ku kêm ’yare
neqdê me mebêje: kêm bihaye
bê sikke’ê şahê şehrewaye
ger dê bibwa bi zerbê menqûş
nedma wehe bê rewac meẍşûş
meḧbûbe bi kes ne namzade
lew bext syah û namurade
qirtasyeya me bê penahan
bê zerbê qebûlê padşahan
me’mûle li ba gelek ’elîman
meqbûle li ba gelek ḧekîman
lê ḧakmê weqtê me’reftinak
mesmû’ nekir bi sem’ê idrak
mîrê ku bi navê mîrzaye
meḧza nezera wî kîmyaye
qelbê di zeẍel diket bilorî
polê di deẍel diket filorî
sed bar hebin filûsê eḧmer
der ḧal diket bi yek nezer zer
e’layî diket bi qehrê edna
ednayî diket bi lutfê e’la
paşan digirt wekî esîran
aza diketin wekî feqîran
her řo ji hezar bê newayan
her leḧzeb lutfê sed gedayan
zengîn diketin bi destê himmet
ḧikmet eve naketin çu minnet
ger dê wî nezer bida me carek
iksîrê teweccuha mubarek
ev qewl hemî dikirne eş’ar
ev pol hemî dibûne dînar
emma nezera wî zêde ’ame
lew xas nezer ji dil neda me
ew reḧmetê xasse bo ’ewamê
ya reb tu bidî wî her dewamê