zar û zamarim be ẍemzey tîrî çawî dulberê

Li pirtûka:
Dîwanî Mîne Caf
Berhema:
Mîne Caf (1911-1965)
 2 Xulek  455 Dîtin
zar û zamarim be ẍemzey tîrî çawî dulberê
wam le zincîra be ḧełqey pelkî gêsûy ’emberê
çînî zułfî laberê wextê le ser xurşîdî řûy
qet mîsalî řûy be xurşîdî direxşan nakirê
bêt le jêr çarşêw derxa řojî kułmî xoy be řoj
xor le ’eşqî şêt ebê řêy meẍrîbî bo nabřê
gyan bedes em dulbere ender nîqabe da’îma
ger le řûy lada niqabî bêje ’alem têk dirê
dû hîlalî yek şewen sakin le ser çerxî cebîn
ya xo dû ebroy syan her yek le şiklî xencerê
fitneyî aşûbî ’alem wa be çawî mesyewe
’işweyî şîrêkî ḧerbî ẍemzeyekî neşterê
her dełêy ordûy ferengin tîpî birjangî řeşî
bem usûłem min nedîwe hîç supa û ser ’eskerê
çûn mu’emma řesmî te’lîme le ser em ’eskere
wa be îma fêr bûn qur’an exoy te’lîm derê
da’ma meşẍûłe te’lîmyan eda û fêryan eka
ta nebin muḧtac ke emrêkyan zubanî pê kirê
ger le jêr desmałîya derxa gehê syay mîşkekey
swên exoy řeşmare ya xwa tabî mîşke bi’ derê
nergisî şehla le ḧesret çawî bîmarî ewe
da’ma bîmar û gerden lare ser hełnagrê
lêw wekû ẍunçe letîfe pembeyî û sûr û sipî
nawî ẍunçe piř le gewher xende şîrîn şekerê
gerdinî safî wekû awêneyî safî bilûr
qet mîsalî loksî ełman bem bilûre nakirê
dû henarî guł bedem cêgîr le sîney safya
to be gułyan têmege her gułe le’lî eḧmerê
nafeyî şîrîn çi nafê nafeyî ahûy xuten
’etir pexşane be daym wek le mişkî piř kirê
sûreyîy guł řeng nîye ḧeyranî řengî řûy ewe
to be sûrî têmege bîmare taye eygirê
wesfî ser ta pay etwanim min be şî’rê bot bikem
cwan ewes giştî beyan kem yek be yek medḧî kirê
řox û řû çaw exter û zułf ’ember û ebro hîlal
sîm ber û qed ’er’er û lêwîş le guł naskitrê
bo mezey maçî le şehdî le’lî lêwî bê çeşim
mîne cafNasnava edebî swên bê be qur’an wexte gyan û dił derê