şûrê we serim kewtîye lem mestîy çawe
Li pirtûka:
Dîwanî Seyd Yaqoy Mayîdeşt
Berhema:
Seyd Yaqoy Mayîdeşt (1808-1881)
1 Xulek
1666 Dîtin
şûrê we serim kewtîye lem mestîy çawe
hîç cêge nenîşim meger ew cê ke şerawe
em zulf û řuxe, dilbere ya leyl û nehare?
ya hewre řeşî perdeweşî banî hetawe?
řuxsar to wek mang û dû zulifit wekû ’eqrew
herçend ke qemer ’eqrewe řazîm be qezawe
(sozî diłme ba’îsî taw û kułî giryan
me’lûme ke agir sebebî coşşî awe)
maçan ke ẍezałan çerney şore zemînin
pes ahûyî min çêşe ke lem dîde řemawe?
ey dił guzerê ke we kemertaşîy ferhad
bên nałekey eyjinewî lew diłe kawe
zahd we kelam! ẍeyr xet û ebrûyî diłdar
meylim ne we mizgewt, ne we mêraw û kitawe
zulifit û řuxt, weh çe perêşan û biławe
sebre û be diłî şîfte, yekbare řijawe
çawan nigarim we sipah muje maçan
ey leşker xwênřêj eme wext çepawe
dilber! le ẍemit seyîdNasnava edebî bêçare serşew
xwênřêjîye lem çawe heta subiḧ demawe