nîşaney zelzeley meḧşer se’atêke le dunyada

Li pirtûka:
Dîwanî Mîne Caf
Berhema:
Mîne Caf (1911-1965)
 1 Xulek  371 Dîtin
nîşaney zelzeley meḧşer se’atêke le dunyada
ke ew nazare řûbendî řuwew meşrîq le řû lada
ewî wa ehlî ’îrfane hemîşe des be qur’ana
dełêt ew şoxe řoj û şew sya çarşêw be serdada
be îmay nîm nîgay nazî be sîḧrî çawî ẍemmazî
weha me’lûm eka nyazî le geł erwaḧî şeydada
be peykanî mujey tîrî be dû ebroyî şimşêrî
ebê bîka be nêçîrî her ewweł serdesî řada
ke çawim kewte naw çawî diłim kewte e toř dawî
ẍerez fewtaw nira nawî wekû ẍerqê le dinyada
le lay egrîm enałênim be dem êşo enałênim
be řû berpêy emałênim ke řûm têka çî řûy bada
wekû mecnûn be řûy zerdo mekanim wa be ser herdo
deplikêmo be dem derdo le kêw û şêw û seḧrada
be ḧełqey pelkî pêbestim be tayî zułfî seyyada
were mîneNasnava edebî dexîl çarê eger bêt û nekey karê
desûtêm her wekû pûşê le kûrey arî ḧeddada