min ke nařasî dekem lem çerxe řasêkim nedî

Li pirtûka:
Dîwanî Mîne Caf
Berhema:
Mîne Caf (1911-1965)
 1 Xulek  295 Dîtin
min ke nařasî dekem lem çerxe řasêkim nedî
boye naxasî dekem geřyam û xasêkim nedî
boye řebtim min le geł mexlûqî em ’esre nîye
herçî hewłim da le ’alem ḧeq şunasêkim nedî
zor le dinyada geřam û tecrebem kird gişt kesê
bo esasdarê geřam saḧêw esasêkim nedî
çî teqalam kird bibînim ’aqłê piř bîr û hoş
mistê xêreser nebêt xawen ḧewasêkim nedî
gurgî bed exlaq û kawiřxor le ’alem bê sinûr
bo yekê gurg kuj geřam û mîneNasnava edebî basêkim nedî