şewî hîcrane ya yełdaye emşew

Li pirtûka:
Dîwanî Mîne Caf
Berhema:
Mîne Caf (1911-1965)
 1 Xulek  587 Dîtin
şewî hîcrane ya yełdaye emşew
fîraqe ya diřk berpaye emşew
şerarey agirî dûrîy nîgare
cehennem ya le ser dinyaye emşew
biłên pêm em ’ezabe ’ame ya xo
be tenha bo minî řîswaye emşew
ewa min mirdim çî taze qołçî
ełên dizgîrêkî deryaye emşew
îlahî bo çî qetił û ’am kirawin
xerûs kelbe mu’ezzîn baye emşew
le dûrîy şem’î řût řoḧim ’ezîzim
wekû perwane bê perwaye emşew
dengî ’ud û seday semtûr û sazim
neway nałey diłî şeydaye emşew
enałênim be dem derdî fîraqo
derûnim piř le waweylaye emşew
etirsim her wekû mîneNasnava edebî bisûtêm
le dûrîy ew qed û bałaye emşew