ey guł be gwêrey qiset wa dyare

Li pirtûka:
Dîwanî Mîne Caf
Berhema:
Mîne Caf (1911-1965)
 2 Xulek  344 Dîtin
ey guł be gwêrey qiset wa dyare
tu dulbertirî lew şedelare
nesrîn û sunbul gezafyan dawe
ewan cwantirin lew ziłfe xawe
şimşadîş ełên le nawî gułşen
lafî lêdawe xoy kirdiwe be pen
ey guł gwê bigre min bot beyan kem
ferqî êwe û yar bo to ’eyan kem
bełê to saḧêb řengî pemeyît
nask û letîf şîrînî sêwît
kwa xałê le řût mawî û şîrîn bê
kwa sya zułfan qews cemîn bê
kwanê gerdinî wek bilûr bê gerd
kwa sêwî heman sûr û sipî û zerd
kwa bałay berzî ’er’erit
kwa ’îşwey dîwe ciger peykerit
nesrîn û şewbo sunbul pexşanit
perçem ałoz û zułf perêşanit
feqet řuxsarê bigřê wek fanoz
ya xo dû dîdey bîmar û ałoz
hîç kamyan nîye her perçem tatan
negerden bilûr ne şîrîn şêwan
şimşad û seru û tûba û neyşeker
bełê gişt berzin bała dił peyker
emma nyane kułmî pembeyî
egrîcey tata û çenay lîmoyî
ey guł tu xwa xot le ḧeq la mede
wîcdanit bibê xot însaf bide
em ewsafane min beyanim kird
hemûyan ḧeq bû ya kitmanim kird
ey guł ne wek min sed wekû mîneNasnava edebî
şayetî eda ke ew şîrîne