seba em subḧî sirwey to şemîmî muşkî tatare

Li pirtûka:
Dîwanî Mîne Caf
Berhema:
Mîne Caf (1911-1965)
 1 Xulek  332 Dîtin
seba em subḧî sirwey to şemîmî muşkî tatare
fîday sirweket bim min ke dermanî diłî zare
henaset bonî ’etrî guł eda me’lûme bem gwêre
ke ew nazare barî kirduwe em subḧe zuware
’ebîrî muşkî tatarî perîşan zułfî dulberme
seba em ’ember efşanet le wextî subiḧ û êware
were to bî û xwa seyrî biłêse û giryeyî dił ke
desûtê her wekû qeqnes be arî dûrîy ew yare
biłê ey qîblekem be xwa dewrî serwî bałaket
le gişt layekewe mîneNasnava edebî dił û cergî birîndare