nîgara mayeyî ’umir û jyanim

Li pirtûka:
Dîwanî Mîne Caf
Berhema:
Mîne Caf (1911-1965)
 1 Xulek  308 Dîtin
nîgara mayeyî ’umir û jyanim
ḧeyatim, zîndegîm, řoḧî řewanim
nîşatim, ’uşretim, ’eyşim, sirûrim
beheştim, ke’bekem, qîblem, îmanim
umêdim, serwetim, bextim, tureqqîm
hesêrey tal’im, tacim, nîşatim
xełatim, kewkebim, şîrînî bextim
’ezîzim, diłberim, ḧûrim, cînanim
gułî gułzarî gişt bîr û hîwakem
wîsałit neş’e bexşî cawîdanim
eger ’aciz nebî eykem řicayê
qibûłî ke bînayî çawekanim
dełên wa dûsubey cejne be qurban
le bo qurbanî min beste meyanim
demêke em du’aye řoj û şewme
bwete ta’et û wîrdî zubanim
se’atê bê nîgara mîneNasnava edebî asa
be qurbanit bikem řoḧî řewanim