ke min şîrwane cêgem bê le fîrdewsî berînim çî

Li pirtûka:
Dîwanî Mîne Caf
Berhema:
Mîne Caf (1911-1965)
 1 Xulek  321 Dîtin
ke min şîrwane cêgem bê le fîrdewsî berînim çî
ke yar hawřê û řefîqim bê le wesłî ḧûrî ’înim çî
ke şehdî le’lî lêwî dił sitanim deskewê ca min
le awî kewserî cennet le şehd û engebînim çî
ke bałay seru û bałay yar leber çawim bibê mewcûd
le seru û ’er’er û tûba û tawwisî řengînim çî
le zułf û pirçî ew şoxem be lay milya bibê pexşan
le pirc û kakołî tatay ẍułamî mehcebînim çî
ke lence û larî ew yarem leber çaw bê emin axir
le lencey tûtî û qumrî û kewî gerden xetînim çî
temaşay xałî şîn û çawî bîmarî nigarim kem
le seyrî sosen û nergis le muşk û yasemînim çî
le dinyada ke min şîrwane wek fîrdewsî pêşû bête ber çawim
le parîs û le astane we ya taran û çînim çî
ke şu’ley kułmî ew şoxem bidat pirtew be gişt layê
le şîrîn û le leyla û zuleyxa xorinşînim çî
ke min wek mîneNasnava edebî maçî kułmî yarî xom nesîbim bê
le yadî şerbetî lîmo we ya eskencebînim çî