taze zanîwte ’ezîzim ’ebid û xizmetkartim

Li pirtûka:
Dîwanî Mîne Caf
Berhema:
Mîne Caf (1911-1965)
 1 Xulek  361 Dîtin
taze zanîwte ’ezîzim ’ebid û xizmetkartim
min ẍułamî zeřxerîd û xadîmî efkartim
lew demey kirdûte ser tacî şehî ḧusin û cemał
min be şew qapîçî û řoj ḧesḧesî naw şartim
řojî hewweł ḧeq beburî xwênî gułřûy toy řewan
ta wekû îste be qurban ’endelîbî zartim
me’bedim goşey kilîsa û teylesanim xerqeye
dulbera sen’anî zułf û perçemî zunnartim
muddetêke ḧełqeyî ’ebdayetî tom wa le gwê
şêtî xał û kuşteyî dû dîdeyî bîmartim
her wekû mîneNasnava edebî be dem êşo ełêm min řoj û şew
çawekem şeydayî şêwe û lence û řeftartim