epirsî ger le eḧwałim nîgarim swên be çawanit

Li pirtûka:
Dîwanî Mîne Caf
Berhema:
Mîne Caf (1911-1965)
 1 Xulek  573 Dîtin
epirsî ger le eḧwałim nîgarim swên be çawanit
esûtêm her wekû qeqnes le şu’ley mahî tabanit
enałênim wekû bulbul le ’eşqî řûy gułit cana
esûřêmo be bê hoşî le ḧesret serwî bostanit
temaşay nawî cergim ke be tecrebe dulber
bizane çone eḧwałim be tîrî çawî fettanit
be ummêdî emey cejne û le cejna kîne namênê
ewa xom xiste ber pyê to û dexîle desim û damanit
nîgara mewsîmî cejne û nizîke řojî azadî
hemû kes ’efu û azade minîş tû xotu wîcdanit
’ezîzim to ḧukmidarî û minîş kemter ẍułamêkim
beřasî ’eybe bo to qîn le geł kemter ẍułamanit
ewende ’erz ekem çawim le řyê xwa da cefa besye
bike fikirê be ḧałî xot û řojî ḧeşir û dîwanit
nîgara ger be eḧwałim tereḧḧum to nekey emcar
be řasî dozexe cêgat le geł tersaye dîwanit
weha ḧałî mebe qurban gunahbar nît le dergay ḧeq
kirama katbînErebî bo min gewahin wan le ser şanit