em załme xwênxiware wa řesene cafe

leser řêbazî şî’rêkî şêx řeza
Li pirtûka:
Dîwanî Mîne Caf
Berhema:
Mîne Caf (1911-1965)
 1 Xulek  522 Dîtin
em załme xwênxiware wa řesene cafe
em şoxe sitemkare wa piřfenne cafe
em zułfe ke wek sunbul pexşane le ser şanî
bem dîde ke wek dîdey ahûy xutene cafe
řoxsarî direxşane wek şemsî direxşane
em lêw le’il bedexşane lêw zeqene cafe
gerden sipî û nask wek şûşeyî bilûrî
guł baẍ beheşte, řeng bê nazarî mine cafe
tabûrî fereng mujgan, şimşêrî deban ebro
bê řeḧim û sitem perwer gyankêşî mine cafe
bałayî dił araye bî’eynî ke tûbaye
eřwa wekû řim waye sîmîn bedene cafe
barîke qedî dêjî şimşadî debistane
lencey ke ełêy qumrîy nawî çemene cafe
nazare dił azare ’eyyare sitemkare
ẍeddare cefakare dîn dujmine cafe
îmanî nîye qet’en wîcdanî nîye ḧaşa
kafir beçeye eslen ew çunke jine cafe