ẍemim çîn çîn be dił bo zułfî piřçîn

Li pirtûka:
Dîwanî Mîne Caf
Berhema:
Mîne Caf (1911-1965)
 1 Xulek  467 Dîtin
ẍemim çîn çîn be dił bo zułfî piřçîn
be daxim bo temaşay xalî muşkîn
wekû bulbul le dûrît min be daym
denałim ey nîgarî sîne nesrîn
le řojêko ke çawim kewt be çawit
fuẍanim zîkire wîrdim şîn û nałîn
eger bêtu le řû ladey nîqabit
be kê xoyan bişarin mang û perwîn
ne wek perwîn û mih xor bêje gum bê
be řoj ger bête der gerden bilûrîn
eme meşhûrî afate ke mestan
le şîrîn cařs û şeydayî turşîn
dû çawî mestî to cana ’ecîbe
debin xoşḧał be qetłî řoḧî şîrîn
wekû mîneNasnava edebî eger bim deytê maçê
îtir xwênim ḧełałit bê be gişt dîn