birîndarim be peykanî dû çawî

Li pirtûka:
Dîwanî Mîne Caf
Berhema:
Mîne Caf (1911-1965)
 1 Xulek  389 Dîtin
birîndarim be peykanî dû çawî
giriftarim be dawî zułfî xawî
min û ’eşqî be sanî ar û newtîn
leber çî pêm ełên bo to sûtawî
meken men’im řefîqan qet le ’eşqî
ke dił wek kuřkuře û řûy ew hetawî
witim bulbul were ’ehdê bibestîn
nebît paşgez heta ew řoje mawe
ebê wek min le çawit xwên biřêjî
witî min bendeyî ’eşqim ’ezîzim
eger toyş her wekû min lê biřawî
heta mîneNasnava edebî giriftarî be dawî