be berdî dûrî bałaket şikandit şûşeyî sebirim

Li pirtûka:
Dîwanî Mîne Caf
Berhema:
Mîne Caf (1911-1965)
 1 Xulek  338 Dîtin
be berdî dûrî bałaket şikandit şûşeyî sebirim
ecel mîwane qebir hełken ewa řoyîne ser qebirim
be arî dûryeket cana ewa sûta serapay min
her ewweł řoj qerarit da ebê lem areda bimirim
be agir to minit sûtan û xałq man’î are
le dîwanî xwa şerte nigara yexeket bigirim
îlahî gîr nebê ahim le dunyada be cwanî yar
le ḧeşra bîke şer’î min eger îslam eger gebirim
wîsał bo min wekû ’enqaye îsmî bê musemmaye
be çaw nabînim ew řojey heta řojê bibê ’umirim
wekû mîneNasnava edebî le dûrîta be arî cerg û dił sûtam
xwawenda be lutfî xot le geł ew şoxe bê ḧeşirim